Hûrgiliyên teqîna li baregeha El Seqerê ya Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i318081-hûrgiliyên_teqîna_li_baregeha_el_seqerê_ya_bexdayê
Wezareta karên hundir a Iraqê hûrgiliyên nû ji teqînên êvara Yekşemiyê li baregeha leşkerî ya El Seqerê ya başûrê Bexdayê weşandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 27, 2020 09:10 Asia/Tehran
  • Hûrgiliyên teqîna li baregeha El Seqerê ya Bexdayê

Wezareta karên hundir a Iraqê hûrgiliyên nû ji teqînên êvara Yekşemiyê li baregeha leşkerî ya El Seqerê ya başûrê Bexdayê weşandin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Di daxuyaniya Wezareta karên hundir a Iraqê da derbarê teqîna li baregeha El Seqerê, cihê polîs û hêzên Heşda şeibiyê, hatiye: Teqîn ji sê depoyên muhîmatê yên qedîmî destpê bûn û hilkolandinên seretayî nîşan didin ku hegera teqînan germaya zêde û jordaçûna pileya germayê ye.

Li gorî vê daxuyaniyê, Osman Xanimî, Wezîrê karên hundir ê Iraqê fermana damezirandina komîteyeke peydakirina rastiyê jibo diyarbûna hegera deqîq a van teqînan li baregeha El Seqerê daye.

Ji aliyê din va hejmareke nûnerên endamê Hevpeymaniya Fethê li Parlimana Iraqê teqînên baregeha Seqerê ya başûrê Bexdayê ji ber êrîşên asimanî û mûşekî yên Amerîkayê da zanîn.