Iraq- 78 kesên din bi Koronayê mirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i318058-iraq_78_kesên_din_bi_koronayê_mirine
Wezareta Tenudristîya Iraqê amara Koronayê di 24 saetên burî de li seranserî Iraqê belav kir. Di wê daxuyaniyê de hatiye ragihandin 78 kesên din bi Koronayê mirine û 2 hezar û 459 kesên din jî bi Koronayê ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 26, 2020 18:25 Asia/Tehran
  • Iraq- 78 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tenudristîya Iraqê amara Koronayê di 24 saetên burî de li seranserî Iraqê belav kir. Di wê daxuyaniyê de hatiye ragihandin 78 kesên din bi Koronayê mirine û 2 hezar û 459 kesên din jî bi Koronayê ketine.

Li gor ragehandina Wezareta Tenduristîya Iraqê di heyama 24 saetên burî de  2 hezar û 459 kes bi koronayê ketine. Herweha 78 kes jî ji ber nexweşiya Koronayê mirine û hezar û 900 nexweş jî baş bûne.

Heta niha jimara ew kesên ku bi Koronayê ketine gehiştiye 110 hezar û 32 kesan û 4 hezar û 462 kes jî ji ber nexweşiya Koronayê mirine û 75 hezar û 217 kes jî bi temamî baş bûne. Niha 30 hezar û 453 kes di nexweşxaneyan de ne li bin çavdêrîya pizîşkî.