Artêşa Iraqê: 4 mûşek li barageha leşkerî ketin xwarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i318036-artêşa_iraqê_4_mûşek_li_barageha_leşkerî_ketin_xwarê
Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 mûşekên Katyusha li ser barageha leşkerî ya Hêzên biyanî li başûrê Bexdayê ketin xwarê, di encamê de zirarên madî çêbûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 26, 2020 04:26 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê: 4 mûşek li barageha leşkerî ketin xwarê

Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 mûşekên Katyusha li ser barageha leşkerî ya Hêzên biyanî li başûrê Bexdayê ketin xwarê, di encamê de zirarên madî çêbûn.

Mûşek li barageha Besmayê ketin xwarê ku tê de leşkerên Spanya di çarçoveya têkoşîna bi navê koalîsyonê ya qaşo li dijî çeteyên DAIŞ`ê de hene.

Mûşek û topên hewan baragehên hêzên biyanî kirin armanc, her wiha di mehên derbasbûyî de jî mûşek li nêzî balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ketin xwarê.

Heta niha jî tu komên çekdar ev êriş negirtiye ser xwe.

Amerîkayê bi caran ser van mûşekbaranan Heşda Şebî ya Iraqê tometbar kiriye.