Kazimî: Wê di demek nêz de dema hilbijartinên pêşwext were eşkere kirin
Tîrmeh 16, 2020 22:41 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand wê di demek nêz de dema lidarxistina hilbijartinên pêşxwext eşkere bike.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civînek çapemeniyê de ragihand wê di demek nêz de dema lidarxistina hilbijartinên pêşxwext eşkere bike. Her wiha wê hilbijartinek pak û bê pirsigirêk lidarxin. Kazimî got divê komîsyona hilbijartinê jî bi awayek serbixwe bi erka xwe rabe.
Di meha Gulanê de Parlemana Iraqê bi piraniya dengan bawerî bi kabîneya Mistefa Kazimî dabû.
Serepeyv