Parlemana Iraq: ‘Dewleta Tirkiyê lihevkirina ewlehiyê ya ligel Iraqê binpê kiriye’
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i317708-parlemana_iraq_dewleta_tirkiyê_lihevkirina_ewlehiyê_ya_ligel_iraqê_binpê_kiriye’
Serokê Lijneya Asayîş û Bergiriyê ya Parlemana Iraqê bal kişand ku dewleta Tirkiyê lihevkirina ewlehiyê ya berê ya ligel Iraqê hatibû îmzekirin binpê kiriye, 15 kîlometre ketiye xaka Iraqê û dagir kiriye. Wezareta Derve ya Iraqê jî diyar kir ew alternatîfên xurt ên li dijî Tirkiyê amade dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 15, 2020 05:13 Asia/Tehran
  • Parlemana Iraq: ‘Dewleta Tirkiyê lihevkirina ewlehiyê ya ligel Iraqê binpê kiriye’

Serokê Lijneya Asayîş û Bergiriyê ya Parlemana Iraqê bal kişand ku dewleta Tirkiyê lihevkirina ewlehiyê ya berê ya ligel Iraqê hatibû îmzekirin binpê kiriye, 15 kîlometre ketiye xaka Iraqê û dagir kiriye. Wezareta Derve ya Iraqê jî diyar kir ew alternatîfên xurt ên li dijî Tirkiyê amade dikin.

Serokê Lijneya Asayîş û Bergiriyê ya Parlemana Iraqê Mihemed Reza Alê Heyder ê ji ajansa nûçeyan a Iraqê re axivî diyar kir, dewleta Tirkiyê bi binpêkirina lihevkirina ewlehiyê ya ligel Iraqê, di hundirê welêt de dagirkerî pêş xistiye. Mihemed Reza Alê Heyder anî ziman ku pêwîst e hikûmeta Iraqê vê destdirêjiya Tirkiyê ya li nav xaka Iraqê çareser bike.

Mihemed Reza Alê Heyder got, “Iraq qebûl nake ku welatên din serweriya wê binpê bikin û li hember xaka wê êrîşên asîmanî û bejahî pêk bînin.”

Alê Heyder wiha dewam kir, “Li gor lihevkirina ewlehiyê ya berê, Tirkiye li ser sînor ji 5 heta 7 kîlometre dikare bê nav xaka Iraqê. Lê niha 15 kîlometreyan derbasî nav Iraqê bûye. Ev binpêkirina wê lihevkirinê ye.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf jî ku ji kanala Erebiye Hedes re axivî diyar kir ew dixwazin pirsgirêkan bi rêya dîplomasiyê çareser bikin û got, “Iraq bijardeyên xurt ji bo bersiva ji Tirkiyê re amade dike. Lê belê Iraq di vê qonaxê de dixwaze ligel Tirkiyê asayîş û aştiyê li ber çavan bigire. Eger Iraq neçar bimîne wê di demên pêş de dest bi pêkanîna van alternatîfan bike.”