Iraq: Tirkiyê 15 kîlomitr ji zîvala sînorî dagîr kiriye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i317702-iraq_tirkiyê_15_kîlomitr_ji_zîvala_sînorî_dagîr_kiriye
Komîsiyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlimana Iraqê îro Sêşemiyê daxwaza sekinîna li hemberî êrîşên Tirkiyê li ser welêt kir û behrewergirtina Enqerê ji peymanên qedîmî jibo ketina nav axa welêt şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 14, 2020 16:10 Asia/Tehran
  • Iraq: Tirkiyê 15 kîlomitr ji zîvala sînorî dagîr kiriye

Komîsiyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlimana Iraqê îro Sêşemiyê daxwaza sekinîna li hemberî êrîşên Tirkiyê li ser welêt kir û behrewergirtina Enqerê ji peymanên qedîmî jibo ketina nav axa welêt şermezar kir.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Shafgh Newsê, Msihemed Reza Alê Heyder, Serokê Komîsiyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlimana Iraqê ji ajansa nûçeyan a vî welatî ra got: Iraqê destdirêjiya welatekî ser hakimiyeta xwe an pêkanîna êrîşên asimanî li nav axa xwe napejirîne. Dewlet divê qeyranê çareser bike.

Wî got: Tirkiye jibo ketina derdora pênc heta heft kîlomitran nav zîvala sînorê peymanên ewlehiyê ku berê hatine wajokirin, dike şehedî. Enqere ji asta rêpêdayî wêdatir çûye û derdora 15 kîlomitr ji zîvala sînorî dagîr kiriye.