Kazimî: Em rê nadin ku pereyên giştî di deriyên sînor werin dizîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i317629-kazimî_em_rê_nadin_ku_pereyên_giştî_di_deriyên_sînor_werin_dizîn
Serokwezîr Iraqê Mistefa Kazimî îro ji deriyê Mendelî de piştrast kir ku ew nahêlin pereyên giştî di deriyên sînor re bên dizîn û dê şerê gendeliyê bike, ji ber ku eva xwesteka gel e. 
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 12, 2020 04:34 Asia/Tehran
  • Kazimî: Em rê nadin ku pereyên giştî di deriyên sînor werin dizîn

Serokwezîr Iraqê Mistefa Kazimî îro ji deriyê Mendelî de piştrast kir ku ew nahêlin pereyên giştî di deriyên sînor re bên dizîn û dê şerê gendeliyê bike, ji ber ku eva xwesteka gel e. 

Li gorî Someriyê, Kazimî piştî vekirina deriyê Medelî ya sînor wiha got: "Merheleya jinûve pergal û qanûn dest pê kir û nahêlin pereyên giştî di deriyan re bên dizîn."

Kazimî wiha domand: "Êdî gumrik di bin parastina hêzên leşkerî de ye, her wiha serdana me ji derî re nîşana eşkere ji her gendelekî re ye ku cihê we li van deriyên sînor tune ye. Divê tevahî daîre xebata şerê gendeliyê bikin, ji ber ku eva xwesteka gel e."