Tîrmeh 11, 2020 00:37 Asia/Tehran
  • Li Iraqê nêzîkî 2900 kesên din bi Koronayê ketin

Li Iraq û Herêma Kurdistanê 78 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezareta tenduristiya Iraqê, amarên 24 saetên borî yên Koronayê belav kir.

Li gorî amarên han, di 24 saetan borî de 2 hezar û 848 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 78 kesan jî canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine, gihîştiye 72 hezar û 460 kesî, 2 hezar û 960 kesî canê xwe jidest dane û 28 hezar û 120 kes jî baş bûne.

Tenê li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîştiye 8 hezar û 726 kesan ku  294 kesan canê xwe jidest dane û 3 hezar û 72 kes jî baş bûne.