Hikûmeta Iraqê: Danûstandinên me bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re didomin
Tîrmeh 08, 2020 06:29 Asia/Tehran
Hikûmeta Iraqê ragihand, danûstandinên wan bi hikûmeta Herêma Kurdistana vî welatî re didomin bo nehîştina arîşe û nakokiyan.
Berdevkê serokwezîrê Iraqê, Ehmed Mula Telal ragihand, danûstandin û gotûbêjên wan bi hikûmeta Kurdistanê re didomin, referansa wan jî Destûra Iraqê ye.
Heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek caran amadetiya xwe bo wê rêkeftin ligel hikûmeta Iraqê nîşan daye, ji ber wê jî heta niha çend caran şandên hikûmeta Herêmê çûne Bexdayê.
Serokwezîr Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî duh di pêşwazîkirina nûnera taybet ya sekreterê NY li Iraqê, Cênîn Hênîs Pilasxart de ragihand, danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de didome bo nehîştina arîşe û nakokiyan li ser bingeha Destûra Iraqê.