Wezareta Tenduristiya Iraqê: 118 kesên din bi Koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i317512-wezareta_tenduristiya_iraqê_118_kesên_din_bi_koronayê_mirin
 Wezareta Tenduristiya Iraqê ragihand, 118 kesên din li Iraq û Herêma Kurdistanê bi nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 08, 2020 04:27 Asia/Tehran
  • Wezareta Tenduristiya Iraqê: 118 kesên din bi Koronayê mirin

 Wezareta Tenduristiya Iraqê ragihand, 118 kesên din li Iraq û Herêma Kurdistanê bi nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta tenduristiya Iraqê amarên 24 saetan yên Koronayê li Herêma Kurdistan û deverên din ên Iraqê ragihand.

Li gorî amarên han, di nav 24 saetan de 118 kes mirine û 2 hezar û 426 kes jî pê ketine û 1511 kes jî baş bûne.

Li gorî amarên wezareta tenduristiya Iraqê, heta niha li Iraq û Herêma Kurdistanê 64 hezar û 701 kes bi Koronayê ketine. 2 hezar û 685 kes jê mirine, 36 hezar û 252 kes baş bûne, rewşa 396 kesan jî xirab e.