Karzanekî nasyar ên babetên ewlehiyê li Bexdayê hat kuştin
Tîrmeh 07, 2020 10:55 Asia/Tehran
Hişam El-Haşimî ji karzanên nasyar ên mijarên ewlehî û siyasî yên Iraqê ji aliyê kesên nenas va hat têrorkirin.
Li gorî rapora IRNAyê, Kesên çekdar Hişam El-Haşimî Duşemiyê bi şev piştî bidawîhatina hevpeyivîneke telkevîziyonî li taxa Zeyûneya Bexdayê têror kirin.
Komam têrorîst a DAIŞê berpirsiyariya têrora Hişam El-Haşimî hildaye ser milê xwe.