Tîrmeh 06, 2020 22:14 Asia/Tehran
  •  Mistefa Kazimî wezaretek ji kabîneya xwe bo pêkhateya tirkmen zêde dike

Li gor nivîseke fermî ya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, wezaretek zêde kiriye bo pêkhateya tirkmen di kabîneyê de kesek ji wan cîh bigre.

Kazimî bi fermî Husên Beyatî ji bo peywira wezareta dewletê kiriye namzed û daxwaz ji Parlemana Iraqê kiriye demek guncaw de kom bibe bo dengê baweriyê bide wî namzedê wezîrê hatiye destnîşan kirin.

Di nivîseke fermî ya ku îro 06.07.2020ê hatiye îmza kirin de, Kazimî wek serokwezîr daxwaz ji serokê Parlemana Iraqê kiriye dem bo rûniştina Parlemanê destnîşan bike û deng bide Beyatî û wî wek wezîrê dewletê erkdar bike ku destbikar bibe.