Em divê helwêsta dewleta xwe derbarê êrîşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê bizanin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i317445-em_divê_helwêsta_dewleta_xwe_derbarê_êrîşa_tirkiyê_ser_bakurê_iraqê_bizanin
Endamekî Komîsiyona ewlehî û berevaniyê ya Parlimana Iraqê ragihand: "Em divê helwêsta dewleta xwe derbarê êrîşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê bizanin."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 05, 2020 15:47 Asia/Tehran
  • Em divê helwêsta dewleta xwe derbarê êrîşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê bizanin

Endamekî Komîsiyona ewlehî û berevaniyê ya Parlimana Iraqê ragihand: "Em divê helwêsta dewleta xwe derbarê êrîşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê bizanin."

 

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê Melûmeyê, Ebdulxaliq Ezawî, Endamekî Komîsiyona ewlehî û berevaniyê ya Parlimana Iraqê  îro Yekşemiyê got: Komîteya berevanî û ewlehiyê ya Parlimana Iraqê eva mehek e ku daxwaza fermî jibo lidarxistina civîna giştalî digel Mistefa Kazimî daye, lê hîn serê xwe negirtiye.

Wî her wiha got: Armanca vê civînê hilkolandina bûyerên ewlehiyê nemaze piştî destdirêjiyên artêşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê û agahbûna ji helwêsta dewletê û eva ku gelo peymaneke veşartî di vî warî da heye ku em heta niha ser neketine.

Wî got: "Em divê helwêsta dewleta xwe derbarê êrîşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê bizanin."