Iraqiyan bertekeke tund nîşanî bêrêziya medyaya Siûdî li Merceyiyetê dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i317391-iraqiyan_bertekeke_tund_nîşanî_bêrêziya_medyaya_siûdî_li_merceyiyetê_dan
Bêrêziya û hurmetşikêniya medyayeke Siûdî derheqê merceyê payebilind ê şîeyên Iraqê, tûşî hêrsa kesaeyetiyên iraqî bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 04, 2020 04:25 Asia/Tehran
  • Iraqiyan bertekeke tund nîşanî bêrêziya medyaya Siûdî li Merceyiyetê dan

Bêrêziya û hurmetşikêniya medyayeke Siûdî derheqê merceyê payebilind ê şîeyên Iraqê, tûşî hêrsa kesaeyetiyên iraqî bûye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Rojnameya Siûdî ya El-Şerq El-Ewsetê roja Îniyê karîkatoreke bêrêzane ji Ayetullah Sîstanî weşand ku tûşî bertekên berfire li Iraaqê bû.

Hadî Anirî, Serokê Hevpeymaniya Fetghê tevî şermezarkirina bêrêziya qirêjane ya Rojnameya Siûdî ya El-Şerq El-Ewsetê, got: Rêjîma Siûdî careke din hêlên sor û nirxên bilind ên gelê Iraqê binpê kirin.

Ehmed Esedî Nûnerê Parlimana Iraqê jî tevî şermezarkirin vî karê Rojnameya Siûdî ya El-Şerq El-Ewsetê, got: Pêngavrakirina dijî merceyan hema wisa helwêsta serdest li fikr û ramana Erebistana Siûdî ye.

Nesr Şimerrî, Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya El-Nuceba ya Iraqê jî di twitterê da tevî amajeya bi vê yekê ku helwêstên dijî şîeyan ên Alê Siûd û kirêgirtiyên dion ên Amerîka û Israîlê diyardeyeka ecêb nîne, got: Siûdî hema kes in ku xwîna paqij a misilmanan bi neheqî rijandine.