Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê li ser çend xalan li hev kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i317363-pêşmerge_û_wezareta_berevaniya_iraqê_li_ser_çend_xalan_li_hev_kirin
Duh li Bexdayê civîna şanda Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê birêve çû û her du aliyan li ser çalakkirina navendên karên hevbeş lihev kirin û biryar e dawiya vê mehê şandeke Wezareta Bervaniya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 03, 2020 03:59 Asia/Tehran
  • Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê li ser çend xalan li hev kirin

Duh li Bexdayê civîna şanda Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê birêve çû û her du aliyan li ser çalakkirina navendên karên hevbeş lihev kirin û biryar e dawiya vê mehê şandeke Wezareta Bervaniya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Rêveberê Rewşenbîrî û Hişyarî yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Babekir Feqê Ehmed aşkere kir ku di encama civînan de herdu alî jî gihiştin rêkeftinê.

Herwiha Babekir Feqê Ehmed got: “Herdu aliyan li hev kiriye hemahengî hebe di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li herêmên cihên nakokî li ser wan hene weke Diyale û Kerkûk û Nînowa, herwiha tijîkirina boşahiya emnî ye li wan herêman.

Avakirina Odeyeke operasyonên hevbeş di navbera hêza Pêşmerge û Spaya Iraqê,li herêmên Kurditan,herwiha danîna bazgeha hevbeş di navbera hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê li deriyên sînorî yên Kerkûk, Diyale, Nînowa.”