Helwesta Encûmena Asayişa Navdewletî li ser êrişên Tirkiyê ser axa Iraqê
Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekbgirtî (NY) ve derbarê êrişên Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê ragihand, “tiştê ku rû dide, cihê dilgiraniyê ye” û divê Tirkiye û Iraq pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Christoph Heusgen, Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekgirtî ragihand, tiştê çêdibe cihê dilgiraniyê ye, lê tu zanyariyên wî nînin ku Iraqê daxwza civîna Encûmena Asayişê derbarê operasyonên Tirkiyê de kiribe.
Christoph Heusgen herwiha bi pêwîst zanî, ku Iraq û Tirkiye kêşeyên xwe di riyên siyasî re çareser bikin.
Heusgen wiha got: “Derbarê şerê Iraq û Tirkiyê, em bi dilgiranî li wê rewşê dinîrin. Daxwazî tunebû ku ev mijar beşek bibe ji gotûbêjên Encûmena Asayişa Navdewletî. Bi kêmanî ez agahdar nînim. Lê belê eva 14 saet e ku serokatiya me dest pê kiriye. Em di vê baweriyê de ne ew şerê di navbera cîranan de pêwîst e bi rêyên siyasî bêne çareserkirin, ne bi rêyên serbazî.”
Ji roja 15ê Hezîranê ve Tirkiyê dest bi êriş û operasyoneke berfireh li ser axa Herêma Kurdistanê kiriye. Berpirsên Tirkiyê dibêjin, ew tenê pêgehên PKKê dikin armanc, lê heya niha herî kêm 5 welatiyên sivîl di encama bombebaranên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, hejmarek sivîl birîndar bûne û herwiha çendîn gund jî hatine valakirin.
Berdevkê wezareta derve ya Iraqê Ehmed el-Sehaf vê dawiyê di hevpeyvîna bi televîziyona Al-Mayaseen a Lubnanê re êriş û desdirêjiyên Tirkiyê ser axa Iraqê şermezar kir û diyar kir ku Bexda van desdirêjiyên tirkan ji riya NY wê bişopîne.