Artêşa Iraqê bi fermana Kazimî ve dest bi operasyonekî dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i317348-artêşa_iraqê_bi_fermana_kazimî_ve_dest_bi_operasyonekî_dike
Artêşa Iraqê û hêzên ewlehiya vî welatî bi fermana serokwezîrê Iraqê operasyonekî leşkerî li bakûrê paytext Bexdayê destpê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 02, 2020 12:16 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê bi fermana Kazimî ve dest bi operasyonekî dike

Artêşa Iraqê û hêzên ewlehiya vî welatî bi fermana serokwezîrê Iraqê operasyonekî leşkerî li bakûrê paytext Bexdayê destpê kir.

Şaneya ragehandina ewlehiyê bi beyanameyekê ragehand, operasyon îro 02.07.2020ê serê sibê bi beşdariya Artêş, hêzên ewlehiyê û Heşda Şebiya Iraqê li navçeyên bakurê Bexdayê destpê kiriye.

Operasyon bi fermana serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî ve birêve çû û paşmayên çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê û şaneyên veşartî yên wê rêxistinê tên armanc kirin da ku navçe ji terorîstan bên paqij kirin. Ev operasiyon her berdewam dike.