Pêgehên DAIŞê li Qereçûxê hatin bombebarankirin
Balafirên cengî yên Artêşa Iraqê û Hevpeymanan pêgehên DAIŞê li sînorê Qereçûx a Mexmûrê bombebaran kirin.
Çavkaniyê serbazî ku nexwest navê wî were aşkerekirin, diyar kir ku bombebarana pêgehên DAIŞê li sînorê Qereçûxê di saet 21:30 de dest pê kir û balafiran bilindahiyên Qereçûxê li sînorê qezaya Mexmûrê bombebaran kirin.
Di çend mehên bihorî de, liv û tevgerên DAIŞê li hin navçeyên kurdnişîn li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û herwiha hin navçeyên Iraqê zêde bûne.
Di çarçova zêdekirina operasiyonên li dijî DAIŞê biryar e îro Pêncşemê şandeke Wezareta Pêşmerge serdana Bexdayê bike û bi berpirsên Wezareta Berevaniya Iraqê re bicive. Bi gotina Cîgirê Serfermndarê Pêşmerge, Lîwa Qareman Kemal, yek ji mijarên ku biryar e herdu alî di hevîdtina îro de gotûbêj bikin, “zêdebûna tevgerên DAIŞê û pêkanîna hevanhengî û operasyonên hevbeş di navbera hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge de ye”.
Bi armanca hevahengî û karê hevbeş li gel Wezareta Berevaniya Iraqê, Wezareta Pêşmerge komîteyeke hevahengiyê ava kiriye, heta niha ev komîte 2 caran li gel hêzên Iraqî civiyaye, ku cara dawî di 2ê Hezîrana sala 2019ê de bû.
Ji piştî sala 2017an ve heya niha, Wezareta Pêşmerge û hêzên Iraqî ti karekê hevbeş bi hev re nekirine.