Hêzên Iraqê li çiyayên Zaxoyê bi cih bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i317336-hêzên_iraqê_li_çiyayên_zaxoyê_bi_cih_bûn
Hêzeke ji Lîwaya 1 a parêzvanên sînor ên girêdayî hikûmeta Iraqê li çiyayên li sînorê bajarokê Batûfa û Derkarê yê ser bi Zaxoyê bi cih bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 02, 2020 03:44 Asia/Tehran
  • Hêzên Iraqê li çiyayên Zaxoyê bi cih bûn

Hêzeke ji Lîwaya 1 a parêzvanên sînor ên girêdayî hikûmeta Iraqê li çiyayên li sînorê bajarokê Batûfa û Derkarê yê ser bi Zaxoyê bi cih bûn.

Rêveberê Bajarokê Batûfa Dilşêr Ebdulstar têkildarî mijara bicihbûna hêzên sînorvan ên Iraqê li çiyayên Zaxoyê  diyar kir, ev hêz ji Kurdan pêk tê û ji ber şerê di navbera endamên PKKê û artêşa Tirkiyê de çûne cihê xwe yê berê lê diman.

Hêzêke ji Lîwaya 1 a pasevanên sînor ên girêdayî hikûmeta Iraqê li çiyayê Şabanî û Dêrê yên li sînorê bajarokê Batûfa û Derkarê yên ser bi Zaxo bi cih bû û ala Iraqê li wir bilind kirine.

Rêveberê Bajarokê Batûfa Dilşêr Ebdulstar herwiha  têkildarî mijarê got, “Lîwaya 1 a pasevanên sînor Kurd in. Baregeha wan a sereke li Batûfa ye. Ji ber vê tevgera heyî çûne cihê xwe yê berê jê vekişiyabûn. Bi sedema şerê di navbera hêzên PKKê û artêşa Tirkiyê de çûne wir.”