Hezîran 30, 2020 09:56 Asia/Tehran
  • WHO: Kontirolkirina Koronayê ji destê hikumeta Iraqê derketiyê

Rêkxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) derbarê metirsiya belavbûna vîrusa Koronayê, hişyarî da Iraqê û ragihand kontrolkirina vîrusa Koronayê ji destê hikûmetê derketiye.

Duh duşemê 29.06.2020an Nûnerê WHOyê li Iraqê Edhem Îsmayîl ragehand, jimara pêketiyên vîrusa Koronayê li Iraqê di nexweşaxaneyan de bi taybetî ewên pêwîstî bi çavdêrîya zêde hene, ji asta xwe ya asayî derketiye û kontirolkirina vîrusa Koronayê di dest hikumet û Wezareta Tenduristîyê de nemaye.

Herwiha Edhem Îsmayîl hişyarî da û got: “Eger hemwelatî pabendî tedbîran nebin, di demeke nêzîk de, rewşa Tenduristîyê li Iraqê ji dest derdikeve.”

Hêjayî gotinê ye di çend hefteyên borî de, jimara pêketî û mirinên bi Koronayê li Iraqê bi taybet li paytext Bexdayê gelek zêde bûye.