Iraq- 96 kesên din bi Koronayê mirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i317238-iraq_96_kesên_din_bi_koronayê_mirine
Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Iraqê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di ragihand 2 hezar û 140 pêketiyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin û 96 kesên din bi Koronayê mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 28, 2020 15:37 Asia/Tehran
  • Iraq- 96 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Iraqê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di ragihand 2 hezar û 140 pêketiyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin û 96 kesên din bi Koronayê mirine.

Êvara îro roja yekşemê 28.06.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir li seranserî Iraqê 2.140 kesên din bi Koronayê ketine û 1.184 kes jî baş bûne û 96 kes jî bi Koronayê mirine.

Heta niha li seranserî Iraqê 45 hezar û 402 kes bi Koronayê ketine û 21 hezar û 122 kes baş bûne û 1.756 kesên din jî bi Koronayê mirine.