Tevgera Esaiba Ehlê Heq a Iraqê: "Hêzên Berxwedanê têkoşîna dijî Amerîkayê didomînin"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i317197-tevgera_esaiba_ehlê_heq_a_iraqê_hêzên_berxwedanê_têkoşîna_dijî_amerîkayê_didomînin
Sêkrêtirê Tevgera Esaiba Ehlê Heq a Iraqê got: "Ti kesek nikare hêzên Berxwedanê ji têkoşîna dijî hêzên Amerîkayê heta derxistina wan ji Iraqê bihêle."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 27, 2020 07:14 Asia/Tehran
  •  Tevgera Esaiba Ehlê Heq a Iraqê:

Sêkrêtirê Tevgera Esaiba Ehlê Heq a Iraqê got: "Ti kesek nikare hêzên Berxwedanê ji têkoşîna dijî hêzên Amerîkayê heta derxistina wan ji Iraqê bihêle."

Li gorî rapora IRNAyê, Qeys Xezelî, Sêkrêtirê gişûtî yê Tevgera Esaiba Ehlê Heq (Asa'ib Ahl al-Haq) a Iraqê Îniyê bi şev wek berteka li hemberî êrîşa hêzên amerîkî li ser Gordanên Hizbullaha Iraqê, destnîşan kir: "Hin hewildan ji aliyê biyaniyan va hene ku derbeyê li hêzên Heşda Şeibiyê xînin."

Sêkrêtirê giştî yê Tevgera Esaiba Ehlê Heq a Iraqê got: "Hebûna hêzên amerîkî li Iraqê dagîrkerî tê zanîn, nemaze ku Parlimana Iraqê derketina van hêzan ji welêt pesend kiriye."