Têrorîstên amerîkî êrîşî ser baregeha Gordanên Hizbullaha Iraqê kirin
Hezîran 26, 2020 05:52 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan berbanga Îniyê qala êrîşa hêêzn têrorîst ên amerîkî ser baregeha Gordanên Hizbullaha Iraqê ya sser bi Rêxsitina Besîca gelanî ya vî welatî (Heşda Şeibî) li navçeya El Doreya Bexdayê kirin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Hêzên têrorîst ên amerîkî bi êrîşa ser baregeha Gordanên Hizbullaha Iraqê li navçeya El Dore ya Bexdayê, herîkêm 13 kes ji endamên vê komê girtin.
Li gorî ragihandina hin çavkaniyên nûçeyan, hêzên têrorîst ên amerîkî bi 40 Zirêpûşan û bi piştevaniya hêzên Têkoşîna dijî Têrorîsmê yên Iraqê (bin çavdêriya Azmerîkayê) êrîşî ser baregeha Gordanên Hizbullaha Iraqê kirine.