Di rojekî de 123 kes li Kerkûk bi vîrusa korona ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i317136-di_rojekî_de_123_kes_li_kerkûk_bi_vîrusa_korona_ketin
Berdevkê fermangeha tenduristiya Kerkûkê ragehand, duh 123 pêketiyên vîrusa koronayê hatin tomar kirin û ev rêjeya herî bilinde ya di yek rojî de hatiye tomar kirin li Kerkûkê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 25, 2020 10:06 Asia/Tehran
  • Di rojekî de 123 kes li Kerkûk bi vîrusa korona ketin

Berdevkê fermangeha tenduristiya Kerkûkê ragehand, duh 123 pêketiyên vîrusa koronayê hatin tomar kirin û ev rêjeya herî bilinde ya di yek rojî de hatiye tomar kirin li Kerkûkê.

Berdevkê fermangeha tenduristiya Kerkûkê Saman Yabe ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li Kerkûkê heta naha 922 kes bi vîrusa korona ketine û ji wan jî 618 kes li nexwaşxaneyê ne û di bin çavdêriya bijîşkî de ne û 272 kes jî baş bûne û 32 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.’’

Herwaha got: ‘’Duh 24.06.2020ê li Kerkûkê 123 kes bi vîrusa korona ketin û ev rêjeya pêketiyan a herî bilinde li Kerkûkê. Herwaha di yek rojê de 41 kes jî baş bûn û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.’’