Iraq- 1826 kesên din bi Koronayê ketine
Hezîran 23, 2020 17:37 Asia/Tehran
Îro roja sêşemê 23.06.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê aşkere kir di heyama 24 saetên dawî de 1826 kesên din bi Koronayê ketine û 84 kes bi Koronayê ketine û 968 kes jî başbûne.
Wezareta Tendirustiya Iraqê ragihandiye di maweya 24 saetên dawî de 1826 kesên din bi Koronayê ketine. Herwiha 84 kes kî bi Koronayê mirine û li aliye din 968 berketiyên Koronayê jî baş bûne.
Jimara zêde ya berketiyan li Bexdayê ne ku jimara berketiyan 586 kes in. Li Silêmaniyê 262 kes in. Li Besrayê jî 138 kes in. Li Zîqarê 225 kes bi Koronayê ketine.
Heta niha jimara berketiyaan li Iraqê gihştiye 34.502 kesan û jimara miriyan bi Koronayê bûye 1.251 kesan. Herweha 15.753 kes baş bûne û 17,498 kes jî di nexweşxaneyan de mane û li jêr çavdêrîya pizîşkî dene.