Li Iraqê 1808 pêketiyên nû yên vîrusa korona hatin tomar kirin
Hezîran 22, 2020 20:00 Asia/Tehran
Îro 22.06.2020ê 1808 pêketiyên nû yên vîrusa korona li Iraqê hatin tomar kirin û herwaha 67 pêketiyan jî jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta tenduristiyê û jînge ya Iraqê ragehand, di 24 demjimêrên borî de 1808 pêketiyên din ên vîrusa korona hatine tomar kirin û 67 kesên din ên pêketî jî jiyana xwe ji dest dane. Herwaha hat ragehandin 850 pêketî jî baş bûne.
Li gor heman daxuyaniya wezareta tenduristiyê naha hejmara pêketiyên vîrusa korona li Iraqê geheştiya 32 hezar û 676 kesan û ji wê hejmarê jî 14 hezar û 785 pêketî baş bûne û 1167 pêketiyên vîrusa korona jî jiyana xwe ji dest dane.