Mihemed Helbûsî: 6 parlamenter bi malbatên xwe vîrusa korona ketine
Serokê Parlemana Iraqê ragehand, 6 perlementar û 28 fermanberên parlemanê bi vîrusa koronayê ketine. Wî Herwaha ragehand: Niha pir zehmet e parleman bikare civînên xwe encam bide .
Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbusî, derbarê hebûna pêketinên vîrusa koronayê di nav parlemanê de ragehand, pêketina 6 parlementaran bi vîrusa koronayê hatîye piştrastirin, lê guman tê kirin 20 endamên civata nûneran helgirên vîrusa korona bin, ev ji bilî malbat û zîrevanên wan li gel 28 femanberên parlemanê.
Helbusî got: Di nav pêketiyan da rêveberên giştî û kesayetîyên diyar ên asayîşa parlemanê jî hene.
Mihemed Helbûsî got, ku beşek ji zîrevanên helgirên vîrusa Koronayê xelkê Duhokê ne.
Serokê Parlemana Iraqê got: Zehmete di vê rewşê de civînên parlamentoyê birêve biçin.