PKK: Li Kerkûkê hinek li ser PKK’ê li pey pravakasyonan in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i317056-pkk_li_kerkûkê_hinek_li_ser_pkk’ê_li_pey_pravakasyonan_in
Di nava çend rojên borî de hinek kes li Kerkûkê alên Iraqê çirandin û alên PKKê dewsa wan hildan, PKKê bi daxuyaniyekê karê van kesana red kir û diyar kir ew kesana ketina pey provakasyonan li dijî PKK’ê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 22, 2020 17:59 Asia/Tehran
  • PKK: Li Kerkûkê hinek li ser PKK’ê li pey pravakasyonan in

Di nava çend rojên borî de hinek kes li Kerkûkê alên Iraqê çirandin û alên PKKê dewsa wan hildan, PKKê bi daxuyaniyekê karê van kesana red kir û diyar kir ew kesana ketina pey provakasyonan li dijî PKK’ê.

Her wiha ew kesên ku karên hanê kirine dîmen li ser şebek û tûrên civakî parve dikin û ajans û kanalên Iraqî jî wan diweşînin û PKK’ê li bajarê Kerkûkê bi sûcê ku alên Iraqê çirandine û li şûna wan ala PKK’ê hildidin sûcdar dikin.

Eniya Tirkmen vê yekê dixin stûyê PKK’ê ku wan li Kerkûkê alên Iraqê çiranandine û alên xwe hildane.

PKKê dibêje ku Enya Tirkmen bi vê yekê li pey provakasyonan in û ev karê hanê jî karê vê eniyê ji bo rê ji bo êriaş Tirkiyê ser Kerkûkêî ve bike divê gelê Iraqê hişyar bibe û bi provaksiyonên eniyek ku xizmetkarî û nûkeriya wê ji bo Tirkiyê ji her kes re eşkera ye neyê xapandin.

Eniya Tirkemen berê jî karên wiha li dijî kurdan gelek kirine û hewl dane xelkê Iraqê bi taybet ên ereb li dijî kurdan rakin.

Serokê Eniya Tirkmen Erşad Salih bê ku belke û delîlek hebe li ser weşanên Iraqî li ser mijarê axivî û yekser ev yek xiste sûcê PKK’ê.

Îro jî li ser navê Meclîsa Ereban a Kerkûkê Hatim Eltaî daxuyaniyek da û PKK’ê ji vê kiryarê sûcdar kir.

Girêdayî heman mijarê çavdêrên siyasî jî diyarkirin ku dibe ev kiryar eniya Tirkmen bi xwe jî bikin û hincetekê ji bo Tirkiye çêbikin ku Tirkiye bi vê hincetê bixwaze êrîşî Kerkûkê jî bike.

Komek nenas jî di tûrên civakî daxuyanî daye û Eniya Tirkmen hişyar kiriye ku dev ji dijminatiya kurdan berde, ne ku kurd neçar in riyên tolstandinê li dijî wan bişopînin.