PKK: Li Kerkûkê hinek li ser PKK’ê li pey pravakasyonan in
Di nava çend rojên borî de hinek kes li Kerkûkê alên Iraqê çirandin û alên PKKê dewsa wan hildan, PKKê bi daxuyaniyekê karê van kesana red kir û diyar kir ew kesana ketina pey provakasyonan li dijî PKK’ê.
Her wiha ew kesên ku karên hanê kirine dîmen li ser şebek û tûrên civakî parve dikin û ajans û kanalên Iraqî jî wan diweşînin û PKK’ê li bajarê Kerkûkê bi sûcê ku alên Iraqê çirandine û li şûna wan ala PKK’ê hildidin sûcdar dikin.
Eniya Tirkmen vê yekê dixin stûyê PKK’ê ku wan li Kerkûkê alên Iraqê çiranandine û alên xwe hildane.
PKKê dibêje ku Enya Tirkmen bi vê yekê li pey provakasyonan in û ev karê hanê jî karê vê eniyê ji bo rê ji bo êriaş Tirkiyê ser Kerkûkêî ve bike divê gelê Iraqê hişyar bibe û bi provaksiyonên eniyek ku xizmetkarî û nûkeriya wê ji bo Tirkiyê ji her kes re eşkera ye neyê xapandin.
Eniya Tirkemen berê jî karên wiha li dijî kurdan gelek kirine û hewl dane xelkê Iraqê bi taybet ên ereb li dijî kurdan rakin.
Serokê Eniya Tirkmen Erşad Salih bê ku belke û delîlek hebe li ser weşanên Iraqî li ser mijarê axivî û yekser ev yek xiste sûcê PKK’ê.
Îro jî li ser navê Meclîsa Ereban a Kerkûkê Hatim Eltaî daxuyaniyek da û PKK’ê ji vê kiryarê sûcdar kir.
Girêdayî heman mijarê çavdêrên siyasî jî diyarkirin ku dibe ev kiryar eniya Tirkmen bi xwe jî bikin û hincetekê ji bo Tirkiye çêbikin ku Tirkiye bi vê hincetê bixwaze êrîşî Kerkûkê jî bike.
Komek nenas jî di tûrên civakî daxuyanî daye û Eniya Tirkmen hişyar kiriye ku dev ji dijminatiya kurdan berde, ne ku kurd neçar in riyên tolstandinê li dijî wan bişopînin.