Heşda Şeibiyê: Operasiyona hêzên iraqî dijî DAIŞê dê were domandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i317052-heşda_Şeibiyê_operasiyona_hêzên_iraqî_dijî_daiŞê_dê_were_domandin
Fermandarê Operasiyonê yê Heşda Şeibiya Iraqê li parêzgeha Diyaleyê destnîşan kir: Qonaxa sêyem a operasiyona "Serkertina lehengên Iraqê" dê heta jinavbirina bermahiyên Koma têrorîst a DAIŞê li rojhilat û bakurê Iraqê were domandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 22, 2020 11:08 Asia/Tehran
  • Heşda Şeibiyê: Operasiyona hêzên iraqî dijî DAIŞê dê were domandin

Fermandarê Operasiyonê yê Heşda Şeibiya Iraqê li parêzgeha Diyaleyê destnîşan kir: Qonaxa sêyem a operasiyona "Serkertina lehengên Iraqê" dê heta jinavbirina bermahiyên Koma têrorîst a DAIŞê li rojhilat û bakurê Iraqê were domandin.

Fermandarê Operasiyonê yê Heşda Şeibiya Iraqê li parêzgeha Diyaleyê got: Heşda Şeibiyê sibeha Duşemiyê bi beşdariya hêzên ewlehiyê û piştevaniya firokeyên şêrr ên artêşê, qonaxa sêyem a operasiyona Lehengên Iraqê jibo jinavbirina DAIŞê û dabînkirina ewlehiya navçeyên rojhilata parêzgeha Selahedînê li rojavaya Diyaleyê û başûrê rojavaya Kerkûkê dest pê kir.

Fermandarê Operasiyonê yê Heşda Şeibiya Iraqê her wiha got: Ev operasiyon bi beşdariya heft tîpên Besîca gelanî, henga Komandoyan, hêza asimanî, artêş û polîsê Iraqê pêk tê.