Parlamenterê Saîrun: Divê Iraq hemû kertan dijî Tirkiyê bikar bîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i317023-parlamenterê_saîrun_divê_iraq_hemû_kertan_dijî_tirkiyê_bikar_bîne
Parlamenterê Hevpeymana Sairun Cemal Faxîr daxuyakirin ku dewleta Tirkiyê binpêkirinek mezin pêkaniye û got; “Tirkiye hemû pîvanên dîplomasî û navnetewî hemberî Iraqê binpêkiriye. Divê balyozxana Tirkiyeyê were girtin û hikumet ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirkiyê, hemû kertan bikarbîne.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 21, 2020 16:34 Asia/Tehran
  • Parlamenterê Saîrun: Divê Iraq hemû kertan dijî Tirkiyê bikar bîne

Parlamenterê Hevpeymana Sairun Cemal Faxîr daxuyakirin ku dewleta Tirkiyê binpêkirinek mezin pêkaniye û got; “Tirkiye hemû pîvanên dîplomasî û navnetewî hemberî Iraqê binpêkiriye. Divê balyozxana Tirkiyeyê were girtin û hikumet ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirkiyê, hemû kertan bikarbîne.”

Parlamenterê Iraqê yê Hevpeymana Saîrun Cemal Faxîr, derbarê êrîşên dewleta Tirkiyê de daxuyaniyek da. Cemal Faxîr bang li parlemana Iraqê kir da ku li ser êrîşên dewleta Tirkiyê civînek lezgîn lidarbixe û got; “Divê bi lez civîn pêkwere û ji bo rawestandina êrîşên Tirkyê, parleman rê bide Hikumetê da ku hemû kertan dijî Tirkiyê bikarbînin.”

Parlamenter Cemal Faxîr di dewamê de got ku dewleta Tirkiyê binpêkirinek mezin pêkaniye û hemû pîvanên dîplomasî û navnetewî dijî Iraqê binpêkiriye. Faxîr got; “Li rexa birîna çavkaniya avê, dagirkeriya ser xaka Iraqê û îro jî bombebarana dewleta Tirkiyê binpêkirinek mezin e.”

Herî dawî parlamenterê Hevpeyman Saîrun bang li hikumetê kir û got; “Peywendiyên xwe yên aborî qut bikin û kompanyayên Tirkiyê derbixin. Ger êrîş dewam bikin, bila balyozxana Tirkiyê were girtin û balyoz jî were derxistin. Bila li Meclîsa Asayîşa navnetewî gilî were kirin. Divê hêzên artêşa Iraqê werin rêxistinkirin û bersiva êrîşên sînorên asmanî derbaz dikin, bidin.”