Iraq- Hezar û 463 kesên din bi Koronayê ketine
Hezîran 19, 2020 05:27 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê heyama 24 saetên dawî yên Koronayê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de ragihand hezar û 463 kesên din bi Koronayê ketine û 83 kes jî bi Koronayê mirine.
Êvara duh pêncşemê Wezareta Tendirustiya Iraqê da zanîn Hezar û 483 hemwelatî li seranserî Iraqê bi Koronayê ketine û 83 kes jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane û 563 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Heta niha li Iraqê 25 hezar û 717 kes bi Koronayê ketine û 11 hezar û 333 pêketî baş bûne û 856 kes jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane .