Iraqê ji Tirkiyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316932-iraqê_ji_tirkiyê_xwest_ku_hêzên_xwe_paşve_vekişîne
Wezareta Karên Derve ya Iraqê, piştî êrişên hewayî yên Tirkiyê yên li ser Kampa Penaberan a Mexmûr, Şengal û Qendîlê, cara duyemîn bangî Sefîrê Tirkiyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz kir û jê xwest ku Tirkiye leşkerên xwe yên li ser axa Iraqê, Başîka û cihên din paşve vekişîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 18, 2020 14:52 Asia/Tehran
  • Iraqê ji Tirkiyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne

Wezareta Karên Derve ya Iraqê, piştî êrişên hewayî yên Tirkiyê yên li ser Kampa Penaberan a Mexmûr, Şengal û Qendîlê, cara duyemîn bangî Sefîrê Tirkiyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz kir û jê xwest ku Tirkiye leşkerên xwe yên li ser axa Iraqê, Başîka û cihên din paşve vekişîne.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Wezareta Karên Derve ya Iraqê, piştî êrişên hewayî yên balafirên şer ên Hêzên Çekdarên Tirkiyê (TSK) yên li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Qendîlê bang li Sefîrê Tirkiyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz kir. Di daxuyaniya wezaretê derbarê vê yekê da de wiha hat gotin: "Ji bo ku Yildiz were wezareta me, me bangî wî kir. Em van êrîşan qebûl nakin û şermezar dikin." 

 

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tirkiye bi êrîşên hewayî serweriya Iraqê bin pê dike. Iraqê, êrîşa hewayî ya Tirkiyê bi awayekê xurt şermezar kiribû. Ev êrîşên ku rêzikname û qanûnên navneteweyî bin pê dikin bi tu awayî nayin qebûl kirin. Divê Tirkiye leşkerên xwe ji ser axa Iraqê, Başika û cihên din paşve vekişîne." Wezareta Karên Derve ya Iraqê, berê jî bangî Sefîrê Tirkiyê Yildiz kiribû û nota dabûyê.