Balafirên Tirkiyê başûrê Nînovaya Iraqê bombebaran kir û artêşa Iraqê bertek nîşan da
Berdevkê Artêşa Iraqê diyar kir ku 18 balafirên dewleta Tirkiyê, qada hewayî ya Iraqê derbas kirine û gihîştine qezaya Şergat a ser bi parêzgeha Selahedînê û bombebaran kirine. Serokwezîr Iraqê fermana komkirina zanyariyan da.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Emîd Yehya Resul têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Yehya destnîşan kir ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bang li hêzên ewlekarî û îstîxbareta navxweyî kiriye daku derbarê êrîşan de agahî bidin.
Emîd Yehya balkişand ku di vê çarçoveyê de dest bi çalakkirina parastina sîstema ewlekarî hatiye kirin daku rê nedin êdî Iraq bibe navenda destdirêjî û êrîşa welatan.
Emîd Yehya balkêşa ser hejmara balafirên Tirkiyê yên serweriya Iraqê binpê kirine û got; “18 balafirên Tirkiyeyê asîmanê Iraqê derbas kirine, heta qezaya Şergatê çûne û bombebaran kirine. Ev êrîş êrîşek provaktîv û sorkirinê ye. Divê Tirkiye karên bi vî awayî dûbare neke.”
Di daxuyaniyê de têkildarî hurgiliyên bombebaranê de zanyariyên berfireh nehatin dayîn.
Hêjayî gotinê ye qezaya Şergat 115 kîlometre li Başûrê parêzgeha Nînovayê ye. 125 kîlometre dikeve Bakurê Tikrît ya navenda parêzgeha Selahedîn. Herwiha 135 kîlometre dikeve Rojavayê parêzgeha Kerkûkê.