Wezareta karên derve ya Iraqê Balyozê Tirkiyê li Bexdayê hazir kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316878-wezareta_karên_derve_ya_iraqê_balyozê_tirkiyê_li_bexdayê_hazir_kir
Wezareta karên derve ya Iraqê bi nîşana itiraza li hemberî êrîşa firokeyên şêrr ên Tirkiyê ser bakurê Iraqê balyozê Tirkiyê li Bexdayê xwest.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 16, 2020 16:14 Asia/Tehran
  • Wezareta karên derve ya Iraqê Balyozê Tirkiyê li Bexdayê hazir kir

Wezareta karên derve ya Iraqê bi nîşana itiraza li hemberî êrîşa firokeyên şêrr ên Tirkiyê ser bakurê Iraqê balyozê Tirkiyê li Bexdayê xwest.


Firokeyên şêrr ên Artêşa Tirkiyê sipêdeya Duşemiyê "Bi mehneya hebûna hêzên PKKê" şengal û kampa awareyan li Mexmûrê ku cihê bicihbûna

penaberên sivîl li parêzgeha Neynewayê ye, her wiha navçeyên Balkaytî, Badînan, Sîdaw, Werxalî, Avaşîn, Senînî û gundewarên bintara Qendîlê dan ber bombeyan.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta karên derve ya Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Ebdulkerîm Haşim qaîm meqamê Wezareta karên derve ya Iraqê roja Sêşemiyê piştî amadebûna Fatih Yildiz Balyozê Tirkiyê li vê Wezaretxaneyê, nameya itirazî ya dewleta Iraqê radestî wî kir.