Wezareta karên derve ya Iraqê Balyozê Tirkiyê li Bexdayê hazir kir
Hezîran 16, 2020 16:14 Asia/Tehran
Wezareta karên derve ya Iraqê bi nîşana itiraza li hemberî êrîşa firokeyên şêrr ên Tirkiyê ser bakurê Iraqê balyozê Tirkiyê li Bexdayê xwest.
Firokeyên şêrr ên Artêşa Tirkiyê sipêdeya Duşemiyê "Bi mehneya hebûna hêzên PKKê" şengal û kampa awareyan li Mexmûrê ku cihê bicihbûna
penaberên sivîl li parêzgeha Neynewayê ye, her wiha navçeyên Balkaytî, Badînan, Sîdaw, Werxalî, Avaşîn, Senînî û gundewarên bintara Qendîlê dan ber bombeyan.
Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta karên derve ya Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Ebdulkerîm Haşim qaîm meqamê Wezareta karên derve ya Iraqê roja Sêşemiyê piştî amadebûna Fatih Yildiz Balyozê Tirkiyê li vê Wezaretxaneyê, nameya itirazî ya dewleta Iraqê radestî wî kir.