Parlimana Iraqê: Êrîşa Tirkiyê "Binpêkirina serweriya Iraqê" ye
Nûnerên Parlimana Iraqê bombebaran bakurê vî welatî ji aliyê artêşa Tirkiyê va wek "Binpêkirina serweriya Iraqê" dan zanîn û ew şermezar kirin.
Sipêdeya Duşemiyê, 15ê Hezîranê, 18 balefirên şêrr ên artêşa Tirkiyê kampa awareyan li nêzikî Mexmûr û Şengalê li bakurê Iraqê dan ber êrîşê.
Li gorî rapora Fars Newsê, Nûnerên Parlimana Iraqê roja Sêşemiyê bi daxuyaniyekê ji dewleta vî welatî xwestin ku pêngavên pratîkî jibo girtina pêşiya êrîşên wiha ji aliyê Tirkiyê va pêk bîne.
Di beşeka vê daxuyaniyê da hatiye: "Dewama bombebarana axa Iraqê gefeke aşkira û berdewam li dijî ewlehiya welatiyên Iraqê û mal û heyitiyên wan e."
Fatih Yildiz, balyozê Tirkiyê li bexdayê, êrîşa welatê xwe ser bakurê Iraqê pîne kir got ku "Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 'Dijminê hevpar ê Tirkiye û Iraqê' ye û divê dijî wê pêngav bê rakirin."