Artêşa Iraqê bordûmana xaka Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316850-artêşa_iraqê_bordûmana_xaka_iraqê_ji_aliyê_tirkiyê_ve_şermezar_kir
Artêşa Iraqê li hember bordûmana xaka Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî ji aliyê firokeyên Tirkiyê bi behaneya hebûna baregehên PKKê, nerazîbûn nîşan da û ragihand, ew bordûman gaveka pirovakatîf e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 15, 2020 19:14 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê bordûmana xaka Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir

Artêşa Iraqê li hember bordûmana xaka Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî ji aliyê firokeyên Tirkiyê bi behaneya hebûna baregehên PKKê, nerazîbûn nîşan da û ragihand, ew bordûman gaveka pirovakatîf e.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê li ser bordûmana şeva borî ya çend deveran di nav xaka Iraqê û Kurdistana vî welat de ji aliyê Tirkiyê ve daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, firokeyên Tirkiyê kampa penaberan li nêzîkî Mexmûrê û Şingal kirine armanc.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê wê êrîşa Tirkiyê weke binpêkirina esmanê Iraqê bi nav dike û dibêje, ew yek “binpêkirineke aşkere ya serweriya Iraqê” û “êrişeke pirovakatîf” e.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqê daxwaza rawestandina wan êrîşan ji Tirkiyê dike û tekez dike: “Divê ew binpêkarî bêne rawestandin, ji bo rêzgirtin û pabendbûna bi berjwendiyên hevbeş ên navbera herdu welatan.”

Artêşa Iraqê herwiha tekezî li ser wê yekê dike, ku Iraq ji bo hevkariya navbera herdu welatan û kontrolkirina rewşa ewlehiyê ya li ser sînorên hevbeş amade ye.

Tirkiyê şeva bihorî operasyonek bi navê “Penceya Baz” bi heceta pêgehên PKKê li xaka Iraqê û Herêma Kurdistana vî welat de dest pê kir û li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê,firokeyên şer ên wî welatî, Mexmûr, Qendîl, Şingal, Avaşîn, Zap û Basyan û Qereçûx bordûman kirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje, di operasyonê de 81 cih hatine hedefgirtin.