Yekitiya Erebî li dijî êrişên Tirkiyê nerazîbûn nîşan da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316846-yekitiya_erebî_li_dijî_êrişên_tirkiyê_nerazîbûn_nîşan_da
Yekitiya (Komkara) Dewletên Erebî nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser Şengalê da û got: "Destwerdanên Tirkiyê bûye çavkaniya fikaran."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 15, 2020 17:17 Asia/Tehran
  • Yekitiya Erebî li dijî êrişên Tirkiyê nerazîbûn nîşan da

Yekitiya (Komkara) Dewletên Erebî nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser Şengalê da û got: "Destwerdanên Tirkiyê bûye çavkaniya fikaran."

Komkara Dewletên Erebî êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser Şengalê şeremzar kir û got: "Destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê li ser xaka Ereban çi li Sûriyê be, an Lîbya an jî Iraqê bûye çavkaniya fikaran. Ev destwerdan ji aliyê dewletên Erebî ve red kirî ne."

Hêjayî gotinê ye ku balefirên dewleta Tirkiyê îro di saet 00:00'an de li derdora Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û gundên Qendîlê li Iraqê bombebaran kirin.

Balafirên Şer ên Tirkiyê di saet 00:00 heta 00:40’ê de derdora Wargeha Mexmûrê, Çiyayê Qereçox û devera Miştenûr bi dijwarî bombebaran kirin.