Li Iraqê 45 kesên din bi Koronayê mirin
Hezîran 15, 2020 13:50 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiya Iraqê ragihand, li Iraqê 45 kesên din bi vîrusa Koronayê can dan û zêdetirî 1100 kesên din jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Iraqê ragihand, di heyama 24 saetên borî de hezar û 106 kes bi vîrusa Koronayê ketine û hejmara pêketiyan li wî welatî gihîştiye 21 hezar û 315 kesan.
Wezareta tenduristiya Iraqê her wiha da zanîn, ji duhî de 45 kes jî bi vîrusa Koronayê mirine û hejmara miriyên Koronayê jî gihîştiye 652 kesan.
Li gorî amarên han, 9 hezar û 271 nexweşên Koronayê baş bûne û 11 hezar û 392 nexweş jî di bin çavdêriyê de ne ku rewşa 150 kesan baş nîne.