Tirkiyê hevdem êriş bire ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê di nav axa Iraqê
Balafirên şer ên Tirkiyê ji saet 00:00 û pê ve êriş birin ser Kampa Penaberan a Mexmûr, Şengalê û Qendîlê li Herêma Kurdistanê. Li Şengalê çend sivîl birîndar bûn.
Balafirên Tirkiyê nîvê şevê ji saet 00:00 û pê ve êrişên hewayî bir ser Şengalê û nexweşxana Serdeşta Şengalê, Mexmûrê û Xanesorê . Ev êrişa Tirkiyê li Mexmûrê 40 deqeyî dewam kir. Piştî bombardûmanê jî balafirên keşfê bi saetan li ser herêmê geriyan.
Êrişa li Mexmûrê ya li ser qadên sivîlan di navbera saet 00:00-00:40'î de pêk hat. Çiyayên Qereçoxê û herêma Miştenûrê hatin bombekirin.
Li Mexmûrê êriş li ser qadên sivîlan hate kirin. Şêniyên kampê hewl dan bi konvoyekê xwe bigihîne qadên hatine bombekirin, lê belê balafirên şer bombe li rêgeha konvoyê jî barandin.
Li gorî agahiyên destpêkê yên ji çavkaniyên xwecihî yên li Kampa Mexmûrê hatin wergirtin, di bombardûmana giran a balafirên şer de tiştek bi kesî nehat, lê belê zeviyên ku sivîlan ji bo çêrandina heywanên xwe bi kar dianîn şewitîn. Dengê bombardûmanê li bajarê Dêrikê yê kurdên Sûriyê jî hate bihîstin.
Gelek deverên Qendîlê û Xanesorê li Herêma Kurdistanê jî ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve hatin bombekirin. Balafirên şer bombe li Çiyayê Direbî, Kozînê, Balayan, Çiyayê Nasir berdan.
Li herêma Serdeştê ya ser bi Şengalê di êrişê de sivîl birîndar bûne. Tirkiyê li Serdeştê bombe li nexweşxanê barandibû. Li herêmê kampek heye ku Şengaliyên piştî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya 2014'an ji cih û warê xwe bûn, lê dimînin.