Balafirên keşfê li ser Mexmûrê difirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316829-balafirên_keşfê_li_ser_mexmûrê_difirin
Balafirên keşfê, ji berbanga sibehê ve li ser asîmanê wargeha penaberan ya Mexmûrê difirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 15, 2020 06:46 Asia/Tehran
  • Balafirên keşfê li ser Mexmûrê difirin

Balafirên keşfê, ji berbanga sibehê ve li ser asîmanê wargeha penaberan ya Mexmûrê difirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanan, balafirên bê mirov di van kêliyan de li ser asîmanê wargeha penaberan ya Mexmûrê difire. Nayê zanîn bê ka balafir ya dewleta Tirk a dagirkere yan jî ya koalîsyona navnetewiye.

Hêjayî gotinê ye balefirên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev saet 00:00'an de derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bombebaran kir. Balafiran hemwest Şengal û Qada Parastina Medyayê jî bombebaran kirin.

Di dema bomberdûmanê de welatî bi girseyî ber bi cihê bûyerê çûn, di wan kêliyan de li ser rêya ku welatî diçû balafiran bombe barandin. Hemwext bombe li herêmên Biradost, Qendîl û Şengalê jî hatin barandin.

Balafirên şer ên Tirk Çiyayê Nasir, Çiyayê Direbiyê, Kozînê û Balayan ku dikevin herêma Qendîlê jî bombe kirin. Piştî bombebaranê şewat li herêmê derketiye.

Hêjayî gotinê ye 6'ê Kanûna 2017’an balafirên şer ên artêşa Tirk carek din wargeha Mexmûrê bombebaran kir û di êrîşê de 5 welatiyên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar hatin kuştin.

13'ê Kanûna 2018'an balafirên şer ên Tirkiyê bombe li penaberên Mexmûrê barandin û sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî hatin kuştin.

Di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirkiyê, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûn.

Di 15’ê Nîsana 2020’’an de balafirên keşfê yên bê pîlot (SÎHA) yên dewleta Tirkiyêwargeha Mexmûrê bombebaran kirin. Di vê êrîşê de 3 jinên ciwan hatin kuştin.