Iraq- 58 kesên din bi Koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316823-iraq_58_kesên_din_bi_koronayê_mirin
Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Iraqê derbarê amarên 24 saetên dawî yên Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de ragihand 1.259 kesên din bi Koronayê ketine û 58 kesên din jî bi Koronayê mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2020 19:35 Asia/Tehran
  • Iraq- 58 kesên din bi Koronayê mirin

Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Iraqê derbarê amarên 24 saetên dawî yên Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de ragihand 1.259 kesên din bi Koronayê ketine û 58 kesên din jî bi Koronayê mirine.

Êvara îro roja yekşemê 14.06.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand di heyama 24 saetên dawî de 1.259 kesên din bi Koronayê ketine û 606 berketî baş bûne. Herwiha 58 nexweş bi Koronayê mirine.

Heta niha li seranserî Iraqê 20 hezar û 209 kes  bi Koronayê ketine û 81 hezar 21 kes baş bûne. Jimara miriyan jî gihiştiye 607 kesan.