Iraq- 58 kesên din bi Koronayê mirin
Hezîran 14, 2020 19:35 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Iraqê derbarê amarên 24 saetên dawî yên Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de ragihand 1.259 kesên din bi Koronayê ketine û 58 kesên din jî bi Koronayê mirine.
Êvara îro roja yekşemê 14.06.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand di heyama 24 saetên dawî de 1.259 kesên din bi Koronayê ketine û 606 berketî baş bûne. Herwiha 58 nexweş bi Koronayê mirine.
Heta niha li seranserî Iraqê 20 hezar û 209 kes bi Koronayê ketine û 81 hezar 21 kes baş bûne. Jimara miriyan jî gihiştiye 607 kesan.