Bexda- Serbazgeha Tacî hat armanckirin
Hezîran 14, 2020 04:22 Asia/Tehran
Serbazgeha Tacî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAŞê û hêzên Amerîkayê li dimînin bûye armanca çend mûşekan.
Êvara duh şemiyê 13.06.2020an kanala televîzyonî ya El Erebiyê belav kiriye ku binkeya serbazî ya Tacî ku nêzîkî Bexdayê ye bi mûşekan hatiye armanckirin.
Heta niha derbarê zirara wê êrîşê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.
Hêjayî gotinê ye serbazgeha Tacî di 11ê Adarê de jî hatibû armanckirin û di encamê de 2 serbazên Amerîkayê û serbazekî Brîtanyayê hatibû kuştin. Herwiha 11 serbaz jî birîndar bibûn.