Seydo Çeto: Hewla kuştina serokwezîrê Iraqê rast bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316788-seydo_Çeto_hewla_kuştina_serokwezîrê_iraqê_rast_bû
Serokê encumena parêzgeha Mûsilê hewla terorkirina serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Mûsilê piştrast kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 13, 2020 19:07 Asia/Tehran
  • Seydo Çeto: Hewla kuştina serokwezîrê Iraqê rast bû

Serokê encumena parêzgeha Mûsilê hewla terorkirina serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Mûsilê piştrast kir.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, ku roja çarşemiya borî çûbû Mûsilê, dabû zanîn ku hewla kuştina wî hatiye dayîn, lê agahiyên zêde nedabû.

Li ser vê mijarê, serokê encumena parêzgeha Mûsilê, Seydo Çeto ji BasNewsê re got, hewla kuştina Kazimî rast bû. Lê heta niha nayê zanîn ka DAIŞ yan jî hêzên Iraqî li pişt vê yekê bûne.

Seydo Çeto her wiha got, Kazimî dema serdana Mûsilê kir komîteyek bo gendeliyên Mûsilê jî pêk anî û ew erkdar kir.