Herêma Kesk a Bexda dîsan bû hedefa roketan
Bi mûşekên katûşan herêma Kesk a Bexdayê bû hedef. Mûşekek li nêzî balyozxana Amerîka ket.
Şeva borî careke din mûşekên katûşan avêtin herêma Kesk a Bexdayê. Mûşekek li nêzî balyozxaneya Emerîka ket. Ji ber mûşekan alarima metirsiyê lê da.
Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê ragihand ku di êrişê de ziyana canî çênebûye. Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê destnîşan kir ku mûşek li nêzî lîstikgeha Şeib hatine berdanê.
Heta niha ti kes yan ji komê berpirsyartiya êrişê li ser xwe negirtiye.
Herêma Kesk a Bexdayê van mehên dawî çendîn caran bûye hedfa roket û mûşekan.
Xelkê Iraqê û rêxistinên sivîl û medenî li vî welatî dixwazin Amerîka hêzên xwe ji welatê wan derxe.
Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, çavkaniyekî ewlehiyê yê vî welatî ragihand ku ji ber lêketina çar gullên hawanê li bargeheke artêşa Iraqê li başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê serbazek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.