Li Iraqê 1146 kesên din bi Koronayê ketine
Hezîran 11, 2020 03:55 Asia/Tehran
Hat ragihandin ku li Iraqê di nav 24 saetên dawî de hezar û 146 kesên din jî bi vîrusa Koronayê ketin.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî agahiyên dawî yên vîrusa Koronayê daxuyaniyek weşand.
Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawî de li giştî Iraqê 7 hezar û 853 test hatine kirin. Di encama van testan de derketiye holê ku hezar û 146 kes bi vîrusa Koronayê ketine.
Her wiha hat destnîşankirin ku ligel vê, 383 kes baş bûne û 34 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gor agahiyên dawî li Iraqê heta niha 15 hezar û 414 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 6 hezar û 214 kes baş bûne, 426 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.