Êrîşa çeteyên DAIŞê ser binkeyên niftê li Rojhilata Iraqê hat pûçkirin
Hezîran 09, 2020 11:28 Asia/Tehran
Hêzên Heşda Şeibiyê ya Iraqê karîn ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ser binkeyên niftê li rojhilata vî welatî têk bibin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Çeteyên Koma têrorîst a DAIŞ'ê êvara Duşemiyê dil hebûn ku navçeya Neftxaneyê li parêzgeha Diyaleyê bikin armanc, lê tûşî bertek lezgîn a Hêzên Heşda Şeibiyê ya Iraqê hatin.
Li gorî nûçeyeka din, Elî Haşim Hisênî, Fermandarê bereya bakur a Hêzên Heşda Şeibiyê ya Iraqê ragihand: "Hêzên Heşda Şeibiyê ya Iraqê baregeheka girîng a DAIŞ'ê ku bi ihtimaleke zêde ya 'Serkirdeyê nû' yê vê komê li Iraqê ye, li navçeya 'El-Zerkeyê' ya parêzgeha Selahedînê li bakurê Iraqê ji nav birin."