El-Kazimî: Iraq dê ji qeyrana niha bi awayekî serketî derbas bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316639-el_kazimî_iraq_dê_ji_qeyrana_niha_bi_awayekî_serketî_derbas_bibe
Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Iraq dikare ji qeyrana aborî ya niha ku ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê û kêmbûna bihayê cîhanî yê petrolê pêk hatiye, bi serketî derbas bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2020 08:11 Asia/Tehran
  • El-Kazimî: Iraq dê ji qeyrana niha bi awayekî serketî derbas bibe

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Iraq dikare ji qeyrana aborî ya niha ku ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê û kêmbûna bihayê cîhanî yê petrolê pêk hatiye, bi serketî derbas bibe.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Sumiriye Newsê, Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina bi Haşîmoto Nafomî (HASHIMOTO Naofumi) Balyozê Japonê li Bexdayê, got: Dewleta Iraqê dê gellek hewil bide ku rewşa aborî ya welatê xwe baştir bike.

Kazimî li ser dewama hevkariya digel rêxistin û enistîtûyên navneteweyî û rola wê yekê di baştirbûna rewşa aborî ya Iraqê pêgirî kir.

Balyozê Japonê li Bexdayê jî got: Dewleta Japonê di hemî waran da nemaze di warê aborî da dê hevkariya Bexdayê bike.